Em komeleyeke mirovî ya nehikûmî û bêqezenc in, em ji bo peydakırına alîkarî, tenduristî û piştgiriya pêşkeftinê ji bo civakên mexdûr dixebitin, û em di her tiştê ku dikin de pabend in bi bêalîbûn û zelalbûnê.

Em dixwazin mirovan bihêz bikin  bi rêya van awayan:

Bersiva bilez di rewşên awarte de,

Pêşkêşkirina xizmetên tenduristî û lênêrînê ya berdewam,

Ji bo piştgiriya jinan di warê civakî û aborî de û bi hêzkirina wan,

Lênêrîna kesên temen mezın û dabînkirina pêdiviyên wan,

Piştgiriya ciwanan û dabînkirina derfetên perwerde û pêşxistina pîşeyî.

Em bawer dikin ku her mirovek mafê jiyaneke bi rûmet heye, û pêşketin bi mirov û ji bo mirov dest pê dike.