• العربية
  • English
  • Sereke
  • Çalakî
    • Alîkarî
    • Wargeh
    • Jîngeh
    • Perwerde
    • Geşepêdan
    • Tendurstî
  • Çîrok û Rapor
  • Wêne
  • Der barê me de
  • lı me bıgerın
No Result
View All Result
ميزوبوتاميا
No Result
View All Result

Daxuyanî derbarê karwana alîkariyan a ber bi Siwêdayê ve

August 11, 2025
Share on FacebookShare on Twitter

6-8-2025

Daxuyaniya Komeleya Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê ji bo Bexşvan, Aliyên alîkariyê û Raya Giştî
Ev daxuyanî, derbarê Rewșa dawî ya Kampanya “Piştgiriya Gelên Me yên mexdûr li Başûrê Sûriyeyê û Suweydayê” de ye.
Ji ber ku em xwe dispêrsin rastî û zelaliyê li gel bexşvan, aliyên alîkariyê û dezgehên hikûmetê yên pêwendîdar, em dibînin ku ji erka me ye em geşedanên dawiyê derheqê “Kampanya Piştgiriya Gelên Me yên mexdûr li Başûrê Sûriyeyê û Suweydayê” ji we û raya giştî re zelal bikin.
Wekî kawarana yekem, piştî komkirina qaseyeke guncaw ji pêdiviyên xwarinê, Komeleya Mezopotamiyayê roja 1’ê tebaxa 2025’an, berê xwe da Şamê.
Komeleyê, 55 ton ji pêdiviyên xwarinê yên sereke bi xwe re hilgirtibû.
Ev gav jî bi koordîneya tam û bi daxwazeke fermî ya Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a li Şamê ku xebateke mezin bo gihandina alîkariyê kir, hat avêtin.
Nexasim ku ji ber kêmbûna pêdiviyên xwarin û bijîşkiyê, Siwêda û Başûrê Sûriyê di rewşeke mirovî ya zehmet re derbas dibin.
Li gor biryar û erêkirinên fermî, biryar bû ku koordîne di navbera komeleya me û Heyva Sor a Erebî Sûrî de çêbibe da ku karwan derbasî herêmên ziyandîtî bibe û piştî bidesxistina erêkirinên ewlekariyê û koordîneya li gel aliyên xwecihî, bi rengekî koordînekirî li kêleka alî û rêxistinên çalak alîkarî were belavkirin.
Lê belê em ji daxwaza Heyva Sor a Erebî Sûrî mat man. Wê xwest ku tevahiya alîkariyê werbigire û bi serê xwe belav bike. Bêyî destûrê bide karmend an xwebeşxekî komeleya me ku beşdarî belavkirinê bibe yan jî bişopîne. Ev jî li dijî baweriya di navbera me, alî û kesên alîkarî dane de ye.
Li ser bingeha pabendbûna me ya bi zelalî û pêbaweriyê bi bexşvan û aliyên alîkariyê re, piştî hewldanên domdar û mixabin bê encam, me biryar da ku heta destûr bo endamên me neyên dayîn ku beşdarî belavkirinê bibin, em barê alîkariyê nedin ti aliyekî din. Ev jî di wextekê de ye ku rolek bi bandor û rast a saziyên NY di warê zext û navbeynkariyê ji bo derbaskirina alîkariyê, tune ye.
Li gorî vê yekê, heta formulek ji bo beşdariya me ya rasterast di mekînzmeya belakirinê de were misogerkirin, me biryar da ku ev kerwanê alîkariyê vegerînin Hesekê.
Em piştrast dikin ku sûdmendên vê kampanyayê xelkê me yê mexdûr yên li başûrê Sûriyeyê, gundewarên Deraa, Siwêda û gundewarên Şamê ne. Em vê dibêjin bêyî ku cudahiyê têxin navbera etnîk, mezheb an jî olan. Ji bo pêkanîna prensîba bêalîbûnê, em herdem biryardar in ku her alîkariyek an bexşek dighêje me, pê re bin û bişopînin.
Em ê bi rêya kanalên fermî û zelal û bi hevkariya her aliyekî ku li gor prensîbên me yên mirovî tev digere, hewlên xwe ji bo piştgiriya gelê xwe li her parêzgehek Sûriyê, bidomînin.
Komeleya Alîkarî û Geşepêdanê ya Mezopotamyayê
Duşem, 5ê Tebaxa 2025an.

Leave a Reply Cancel reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

أخر المنشورات

Belevkırına selıkên xwarinê li kesên ku ji lehiyên Hesekê zirar dîtine

April 19, 2026

16-4-2026 Di çarçoveya bersiva mirovî ya ji bo lehiyên vê dawiyê de, Komeleya Mezopotamyayê, bi hevrêziya Rêveberiya Karûbarên Civakî û...

Ji Astengdarî û Nexweşiyê Ber Bi Hêvîyê: Çîroka Serkeftina Zarokekî Koçber Ku dixwest karibe tevbigere bi Nêzîkbûna Vegera Efrînê

March 31, 2026

31-3-2026 Zarokê koçber (K.E) li Hesekê ji ber teşxîsa şaş a "lingê şekir" bi xetereya jêkırına wê re rû bi...

Berdewamiya xizmetên bijîşkî li Laziqiyê û gundewarê wê

March 15, 2026

15-3-2026 Klînîka gerok a Komeleya Mezopotamyayê li bajarê Lazkiye û gundewarê wê xizmetên xwe yên bijîşkî ji bo jin û...

Mezopotamya şopandina rewşa ‘lingê şekirî’ a zarokekî koçber li Hesekê berdewam dike

March 10, 2026

10-3-2026 Ekîba pizîşkî ya Komeleya Mezopotamyayê, rewşa tenduristî ya zarokekî 10 salî yê koçberên Efrînê li Hesekê dişopîne; bi rêya pakirin û dermankirina...

ميزوبوتاميا

Hemû maf parastî ne 2025

Beş

  • Sereke
  • Çalakî
  • Çîrok û Rapor
  • Wêne
  • Der barê me de
  • lı me bıgerın

Social

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Çalakî
    • Alîkarî
    • Wargeh
    • Jîngeh
    • Perwerde
    • Geşepêdan
    • Tendurstî
  • Çîrok û Rapor
  • Wêne
  • Der barê me de
  • lı me bıgerın

Hemû maf parastî ne 2025